Mir Hasan Beg

Bedena Kurdî de, Êzidî mêjî û kezeba Kurda ye!

Li Başûr roj bi roj xebatên qirêj zede dibin, Îja zî xutban da ji bo êrîşen li ser Kurdên Êzidî kesên bêbêxt bi navê melletîyê xutbe xandine. Lê wan Xwedê nenasan, haya van ji ola İslam tune ye, bawermendîya wan li ser ola Muavî Bin Sifyan e.

Bedena Kurdî de, Êzidî kezeba Kurda ye. Bawerîya me çi dibe bila bibe kar û gimriga me parastina Êzidîya û ezdîxanê be.

Dîtinî û çanda Kurdî da jin – zar – kal û pîr; şêr û dijmintî ya herî mezin da jî dest dana wan, qedexe ye.

Fermana 74’an da Êzidîyan xwe parastin, goya ewê ku xwe parastvane Êzidîya nîşan dida rrevîn. Îro qet û qet mafên wan li ser Êzidî û Êzdîxanê tune ye. Kurd miletekî rengîn e, bawerî û zaravayên cuda Kurda dike milet.

Fermana 74 hê jî didome, jinê Kurda li bazara da hatin firotin, bi hêzaran jin û zarok hê jî di destê zalimên oldarê bigotrî dane.

Gazîya min ji hemû Kurda ra ye. Dijmin û neyarên me li bawerî û zarava zimanê me meze nake. Dîtin û heşê wan bi tenê KURD BIMRE ye!

Di ola Îslam da hêkê kurmorî jî li ser mirova ferz kirîye, lê oldarên bigotry Kurda xulam û qewraj dibîne. Dor bi dor tê ser me, pêşî dirrêtî dike nava me, duhra yek bi yek me diqedîne. Heta kîngê ehmeqême hebin û xulamtî u qewraşî bikin? Kurd, Kurd e. Çi misilman e, çi Îsevî ye, çi Mûsevî ye, çi Êzidî ye, çi Sinnî ye, çi Elewî ye, çi Şiî ye. Çi Xweda nenas e.

Seydayê Cegerxwîn çi xwaş gotî ye ‘‘Kurdino! bibin yek! Ger hûn nebin yek, Hûnê herin yek bi yek” Ne gotîye Kurdên vê bawermendî û zaravayê dijîn.

‘‘Kurdên’’ kî li pêşîya yekîtî ya me disekinin em wan qebûl nekin û silav jî nedin wan. Êzidî rûmeta Kurdewarî ye!

Di dawîya nivîsa xwe da bangekî li mala Barzanî ra dikim. Ewê ku vê bangê dixwînin û mala Barzanîyan nasdikin bila ji wan ra bejin ‘‘rrêya wan rrê nîne!

Bila li hemberê Êzidîyan dernekevin û bila Êzidî parastina xwe avabikin. Ji pêşîya Êzdîxan derkevin.

Pirsgirêka Êzidîya, pirsgirêka hemû Kurda ye!

Çar alîyê welat milkê bavê kesê nîne. Ê hemû rengên Kurda ye!

13.08.2024

 

 

Mîr Hasan BEG

[email protected]

 

 

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.