Mir Hasan Beg

Dijmin tî ya zimanê Kurda, Xwedê nenasî ye!

Xweda yê şev û roja pirtûka xwe Quran-a pîrozda gotîye ‘‘Zimanê we û Qêwmê we Ayetêmin in’’ Lê çi êcêbe li ser zimanê me qedexê tê domandin. Ku ji xwera dibêjin em Mislimanin; bê lome be!

Şaredarên me xebat u xizmetên trafîkê da bi Kurdî nivîsa hişyarî ‘‘PÊŞÎ PEYA’’ nivîsandine lê Walîyan fermana jêbirinê dane, heyf u heyf!

Ji bilî ew jî bes nebû li ser nerazîbûna Govenda me derketin, peyra derketin nêçîra govendmenda ecêb li serê me be, yan ewê ku me nasnakin be?

Dîroka Gerdûnê da afirandina pey mirovahîyê sereke despêka rûniştin û avahîya civakî, me Kurda kirîye. Mirovahî hatina asta zanistana fezayê da ewê ku em bihevra dijîn hena li dema serdema navîn da dijîn.

Xilasî di qedexê da nîne. Xilasî wekhevî da ye.

Tirk û Kurd ferk nine, hemû qewmê bi hevra dijîn wekhev nebin aramî nabînin.

Bawerîya me, çanda me, jiyana me ji hev cûda be jî. Wekhevî wê me xilas bike û aramî wê bi hevra peşveçûnê bîne.

Rêveber dixazin, rastî xizmeta gelda bin qedexa ser ziman û çanda Kurdî bila helînin!  Salahad û ercê şaredarîyan zêde nebe, di dawî de yekbûn nadome. Dîrok qet nenivîsandîye ku şopketinî û qedexê çû be serî!

İro li Rojhelata Navîn da aramî tune be; sedema wê rêveberin ku ji gel qut û xebatkarên berjevedîya xwe dijin, ji ber wan gelên rojhelata navîn jîyanekî bi aramî nabîne.

Em Kurd jî ji xwera nabin; xeletî û zilma li ser xwe ranekin, nebin yek, ji tunekirinê xilas nabin!

Nivîsa bi zimanê xwe ji bo her gel pir girînge, em wê girîngîye naşopînin.

Çand û hûner jîyana gelan e. Nivîs jî hebûna ziman û hebûna gelan e.

Govend di çanda me da wate ya jîyanê ye, di her hejîna govendê da wateyek ji jîyana dîrokê heye!

Xazîya min; her milet û em Kurd jî çand, huner û zimanê xwe bijîn.

Govend û nivîsa Kurdî pêşvebirin li ser milê me hemûya ye!

Bimînin di xêr û xeşîyê da. Di rojên azad û serfiraz da!

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.