NÛÇEYÊN KURDÎ

AMEDSPORÊ JI BO ZAROKÊN JI ERDHEJÊ BANDORDAR BÛNE BANGA PIŞTGIRÎYÊ KIR

Amedsporê ji bo ku mexdûrîyeta erdhejê kûrtir nebe, ji bo xebatên ku dest pê kirine bidomînin banga piştevanîya pisporan kir.

AMEDSPORÊ JI BO ZAROKÊN JI ERDHEJÊ BANDORDAR BÛNE BANGA PIŞTGIRÎYÊ KIR

Amedsporê ji bo ku mexdûrîyeta erdhejê kûrtir nebe, ji bo xebatên ku dest pê kirine bidomînin banga piştevanîya pisporan kir.

Di banga piştgirîyê ya Amedsporê de wiha hat ifadekirin, “Ji bo ku em pêşî li kûrbûna jîyana trawmatîk a kesên ku ji erdhejê xilas bûne û li zarokên ku li tesîsan dikin mêvan xwedî derkevin, ji bo em lîstokan, xêzkirina wêneyan, stranan û werzîşê bikin, hewcedarîya me bi piştgirîya pisporên ku di qadê de dixebitin heye. Piştgirîkirina wan ji bo jîyandina pêvajoyê bi rengekê saxlemtir e. Di vê wateyê de ji bo pêşdibistan, mûzîk, wêne, perwerdehîya bedenî, mamosteyên perwerdeya taybet, xebatkarên tenduristîya derûnî û heriha pêwîstî bi dildarên di van qadan de dixebitin hene ku dikarin piştgirîyê bidin me. Komên profesyonel dikarin bi me re têkevin têkilîyê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.