GÜNDEM

AMERÎKA: EM PIŞTGIRÎYA WELATÊN KU BI ESAD RE LI HEV HATIN E NAKIN!

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê dîyar kir ku sîyaseta wan li hember rejîma Beşar Esed neguherîye û ew piştgirî nadin welatên ku Tirkîye jî di nav de ye ku têkilîyên xwe bi rejîmê re baş bikin.

Ned Price, di civîna çapemenîyê ya rojane de, li ser hevdîtina Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Parastinê yê Sûrîyeyê Alî Mehmûd Ebas û serokên îstixbaratê yên Rûsyayê ra hat bal hev nirxand. Ned Price got, "Tiştê ku ez dikarim bibêjim ev e ku sîyaseta me nehatîye guhertin. Em piştgirîyê nadin welatên ku têkilîyên xwe baştir dikin an jî piştgirîyê didin vegerandina dîktatorê hov Beşar Esed. Em bang li dewletan dikin ku rewşa metirsîdar a mafên mirovan ya rêjîma Esed di van 12 salên borî de li ber çavan bigirin ku gelê Sûrîyê yê ku bi salan êş kişandîye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.