NÛÇEYÊN KURDÎ

BAKIRHAN: KUJERÊ TAHÎR ELÇÎ HÊ JÎ HEHAT DÎTIN

Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan di Civîna Koma partîya xwe ya li Meclîsê de xwest ku mûçeya kêmtirîn bibe 25 hezar TL û derbarê rojevê de nirxandin kir.

BAKIRHAN: KUJERÊ TAHÎR ELÇÎ HÊ JÎ HEHAT DÎTIN

Bakirhan ku bi bîranîna Tahîr Elçî dest bi axaftina xwe kir û wiha got, “Îro heştemîn salvegera qetilkirina birêz Tahîr Elçî ye. Em bêrîya wî dikin û wî bi bîr tînin. Hê jî kujer nehatîye dîtin û kevneşopîya bêcezabûna van cînayetên sîyasî berdewam dike. Ez careke din dîyar dikim ku em ê vê dozê bişopînin.”

Bakirhan bal kişand ser mûçeya kêmtirîn a di sala nû de bê dîyarkirin û wiha got: “Ev qesra ku rojane 15 milyon lîre xerc dike ji vê civakê re 11 hezar û 400 TL minasîb dibîne. Careke din nîşan didin ku çiqasana li kêleka gel û kedkaranin.”

Weke HEDEP em dibêjin, Divê mûçeya kêmtirîn 25 hezar lîre be. Em taleb dikin ku, divê nîvê xeta xizanîyê be û em daxwaz dikin ku mûçeya kêmtirîn her meh li gorê xeta xizanîyê bi rêkûpêk bê nûkirin.”

Bakirhan derbarê guhertina navê HEDEPê de jî wiha axivî; "Her ku em mezin dibin, hukûmet ditirse. Tiştekî nedîtin, dema ku em ê biçin hilbijartinên herêmî vê carê jî navê HEDEP'ê kirin pirsgirêk. Ji ber ku mêjîyê wan ji bêhiqûqî û neheqîyê pê ve ji tiştek din re kêr nay. Çî ye? Navê HEDEP dişibe HADEP ê. Pîroz be, welehî ku wan ji kum kêvroşkek derxistin.Li Tirkîyeyê ev cara yekem e ku nav an kurtenivîsa partîyek dişibe partîyeke din?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.