NÛÇEYÊN KURDÎ

BIDEN EŞKERE KIR KU WÊ PIŞTGIRÎYEK MEZIN BIDIN ÎSRAÎL

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê (DYA) Joe Biden di axaftina xwe ya ji bo gel de derbarê geşedanên li Îsraîl û Ûkraynayê de daxuyanî da.

BIDEN EŞKERE KIR KU WÊ PIŞTGIRÎYEK MEZIN BIDIN ÎSRAÎL

Biden got ku ew ê ji bo piştgirîkirina Îsraîlê ji Kongreya Amrîkayê budçeyeke lezgîn bixwaze.

Biden rexne li lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn girt û got, "Hamas û Pûtîn tehdîdên cuda bin jî, tiştekî wan ê hevpar heye. Her du jî dixwazin cîranên xwe yên demokratîk tune bikin.

Biden dîyar kir ku ewê sibê ji Kongreyê daxwaza bûdceyeke lezgîn bike da ku di çarçoveya berjewendîyên xwe yên ewlekarîya neteweyî de piştgirîyê bide hevkarên welatê xwe ku di nav de Îsraîl û Ukrayna jî hene.

Biden bal kişand ku serwerîya leşkerî ya Îsraîlê bi vî awayî wê zêdetir bibe û wiha got, "Em ê rê li ber berfirehbûna pevçûnan bigirin û hêzên din ên dijmin ên li herêmê wê bibînin ku Îsraîl ji her demê bihêztir e.

 Biden bi bîr xist ku pêwîstîya Ukraynayê ya alîkarîyê heye ku ji bo hêzên Rûsî ji welatê xwe derbixe û destnîşan kir ku bi butçeya ku wê ji Kongreyê bixwaze wê alavên nû ji rêveberîya Kîevê re were dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.