GÜNDEM

DBP DERBARÊ GIRTINAN DE DAXUYANÎ DA ÇAPEMENÎYÊ

Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) do êvarê li ber Edlîyeya Amedê ji bo Hevseroka xwe Keskîn Bayindir û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hayrettîn Altun ên ku duh di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve hatibûn girtin, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da çapemenîyê.

Di daxuyanîyê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got, “Em li ber Edlîyeya Amedê ne ku li şûna edaletê zilmê dike. Yên ku ji xwe re dibêjin dozger, em dizanin talîmatên wan ji ku hatine. Em dizanin ku ew li ser wan kursîyan rûniştine ku biryarên sîyasî bidin. Ev biryar biryareke sîyasî ye û nîşana wê yekê ye ku desthilata nêzîkî windakirinê çawa dadwerî û qanûnê bi kar tîne. Ev biryar biryara windakirinê ya hikûmetê ye." Aydenîz got, "Ev biryar encama bêhêvîtî û rewşeke ku nayê veqetandin e. Digel kîn û rika we jî wê rêxistina me mezin bibe, em ê bibin wesîleya çûyîna we, em ê heta dawîyê bibin pêşengê sîyaseta demokratîk."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.