NÛÇEYÊN KURDÎ

DI AGIRBESTÊDE ROJA 5’A: HAMAS 10, ÎSRAÎL JÎ 30 REHÎNE BERDAN

Piştê agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hemasê de 2 rojên din hat dirêjkirin, şeva borî hevguhertina rehîneyan hat kirin.

DI AGIRBESTÊDE ROJA 5’A: HAMAS 10, ÎSRAÎL JÎ 30 REHÎNE BERDAN

 

Di roja 5emîn a agirbesta demkî de, Hamas di çarçoveya peymana hevguhertina girtîyan de li Gazeyê ya dorpêçkirî 10 rehîneyê Îsraîlî radestê rayedaran kirin.

Îsraîl jî 15 jê zarok 15 jê jin bi giştî 30 filistînî serbest berdan. Peymana derbarê ‘rawestana mirovî’ ya 4 roj ya pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de, roja Înê 24ê Mijdarê ketibû merîyetê.

Di vê çarçoveyê de li ser berdana 150 Filistînîyên di girtîgehên Îsraîlê de li hemberê 50 girtiyên Îsraîlî yên di destê Hemasê de ne, li hev kiribûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.