NÛÇEYÊN KURDÎ

DI MEHA NÎSANÊ DE WÊ PERWEDEHÎYA RÛ BI RÛ JI NÛ VE BÊ NIRXANDIN

Serokê Lijneya Xwendina Bilind (YÖK) Erol Ozvar, derbarê nîvsala biharê ya sala xwendinê ya 2022-2023an de daxuyanî da.

DI MEHA NÎSANÊ DE WÊ PERWEDEHÎYA RÛ BI RÛ JI NÛ VE BÊ NIRXANDIN

Serokê Lijneya Xwendina Bilind (YÖK) Erol Ozvar, derbarê nîvsala biharê ya sala xwendinê ya 2022-2023an de daxuyanî da.

Ozvar bi bîr xist ku perwerdeya ji dûr ve bi biryara berê di demsala biharê de hatibû dayîn û wiha got; “Di nav xwendekar û xebatkarên me de windahîyên me hene. Di heyama pêş de wê zanîngehên me di warê rehabîlîtasyona mexdûrên erdhejê û ji nû ve avakirina civakê de bi berpirsyarî tevbigerin. Hin biryar di bernameyên hevkar, lîsans û mezûnîyetê de hatine girtin, ku di heyama biharê ya 2022-2023-an de têne sînordar kirin. Di dema girtina van biryaran de em bi zanîngeh, sazîyên sivîl, pispor û zanyaran re şêwirîn. Ev biryar dê di destpêka meha Nîsanê de bêne vekolîn kirin û heke şert û merc guncaw bibin, perwerdehîya rû bi rû û her weha perwerdehîya ji dûr ve jî wê were nirxandin. Ji alîyeke din ve jî li gor daxwaza xwendekarên erdhejlêdayî, biryar hate dayîn ku qeydên wan di nîvsala buharê de werin rawestandin û ev dem ji maweya herî zêde ya xwendinê neyê paşxistin. Serokê Lijneya Xwendina Bilind Ozvar, dîyar kir ku xwendekarên ji erdhejê zirar dîtine dikarin li zanîngehên bajêr yên ku xizmên wan ên pileya yekem lê dimînin bibin xwendekarên taybet.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.