NÛÇEYÊN KURDÎ

ERDOGAN: DIBE KU BI ESAD RE HEVDÎTIN ÇÊBIBE

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de der barê rojevê de daxuyanî da.

ERDOGAN: DIBE KU BI ESAD RE HEVDÎTIN ÇÊBIBE

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de der barê rojevê de daxuyanî da. Erdogan bal kişand ser operasyonên li Bakurê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê, peyama operasyona bejahî ya dervayî sînor da û wiha got, "Operasyonên ku em bi balafir, SÎHA û topan pêk tînin hê destpêk in. bi operasyonên ku me li dervayê sînor pêk anîne, beşek ji qada ewlehiyê ye. Yên mayî jî li Tel Rifatê ne. Em ê gav bi gav tevbigerin, ji cihên wek Minbic, Kobanî û hwd." Piştî civîna komê, Erdogan pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa ku ew ê bi Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esed re hevdîtin bikin yan na? Erdogan got, "Dibe ku bi Esed re hevdîtin pêk were. Di siyasetê de kîn û xeyd tune ye, di dawiyê de em ê gavên xwe bavêjin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.