NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ ‘HEFTEYA MAFÊN MIROVAN’ BI MEŞÊ DESTPÊKIR

Di meşa ku li Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bi beşdarîya 44 sazîyên sivîl ve hat lidarxistin de bal hat kişandin ser "Aştî bi mafên mirovan pêkan e.

" Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku di dawîya meşa ku ji ber Mêvanxaneya herêma Ofîsê ya Amedê dest pê kir û heta Bîrdarîya Mafê Jîyanê ya li Parka Koşuyoluyê dewam kir, daxuyanîya hevpar a bi îmzeya 44 sazîyên bajêr hat xwendin.

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan a ku daxuyanî xwend dîyar kir ku wan hefteya mafên mirovan bi binpêkirinên mafê jîyanê yên ji ber şer û pevçûnên li gelek deverên cîhanê pêk tên pêşwazî kirine û wiha got,“Careke din civaka navneteweyî ya ku armanca wê ya sereke ew e ku aştî û ewlekarîya cîhanê û civakan pêk bîne; wekê ku qanûnên mirovahî hewce dike, em bang li we dikin ku li dijî şer û pevçûnên ku dibin sedema mirin û wêrankirina sivîlan tevbigerin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.