NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇÊRMÛGÊ 7 MEH IN AVA GUND Û MEZRAYAN TUNE YE! NIŞTECÎ LI ÇARESERÎYÊ DIGERIN

Gundîyên ku bi mehan e li gund û mezrayên Çêrmûgê pirsgirêka avê dijîn, dîyar kirin ku ew ji rayedaran çareserîyeke lezgîn hêvî dikin.

Li gundên Kuşlukçayir û Bîrcemalê û mezrayên li Çêrmûgê ya Amedê, 7 meh in pirsgirêka avê heye.

Ji ber zuwabûna bîrên avê, hin gundî bi derfetên xwe avê ji navenda bajêr tînin, hin jî bi kerên xwe hewl didin hewcedarîya xwe ya avê ji bîrên nêzî gund peyda bikin.

Malbatan dîyar kirin ku zarokên li gund dijîn, ji ber ava qirêj nexweş dikevin. Muxtarê Gundê Kuşlukçayirê Nîhat Gulkûşûk îdîa kir ku digel serlêdanên xwe yên li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) encameke erênî bi dest nexistine û Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Firat Tûtşî weke berpirsyar nîşan da.

Mehmet Firat Tûtşî bertek nîşanê îfadeyên muxtar da û wiha got: " Ez çûm gundê wan. ez bi tankerê avê dişînim da ku li wan bê belav kirin. Ger avê peyda bikim ez ê bîrê bikolim. "

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.