NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PARÎSÊ KARKERÊN PAQIJÎYÊ BIRYARA GREVÊ YA DAYÎMÎ DA

Bertekên li hemberî zêdebûna temenê teqawîtbûnê yên li Fransayê berdewam dikin.

LI PARÎSÊ KARKERÊN PAQIJÎYÊ BIRYARA GREVÊ YA DAYÎMÎ DA

Bertekên li hemberî zêdebûna temenê teqawîtbûnê yên li Fransayê berdewam dikin.

Xebatkarên paqijiyê wê heta demeke nediyar bikevin grevê.  Li Fransayê protestoyên li dijî zedekirina temenê teqawidbûnê ku ji 62 salî derbasi 64 salî bû dewam dikin, Sendîkaya Karkerên Giştî (CGT) ku rêxistina sîwanê ya gelek sendîkayên li welêt e, ji Şaredariya Parîsê re ragihand ku xebatkarên paqijiyê dê di 13’ê Nîsanê de dest bi greva bêdem û bêdorveger bikin.  Di danezana ku ji Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo re hat şandin de, ji xebatkarên sektorê hat xwestin ku tevlî greva li dijî tayînkirina teqawidiyê bibin. Di gotarê de hat diyarkirin ku xebatkarên paqijiyê yên ku çopê kom dikin jî dê beşdarî greva ku dê di 6ê Nîsanê de li seranserê welêt bên lidarxistin bibin.  Xebatkarên paqijiyê yên li Parîsê ku çopê kom dikin beriya niha di navbera 6-29'ê Adarê de dest bi grevê kiribûn û ji ber vê grevê li paytextê ji 10 hezarî zêdetir çop kom bûbûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.