NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÛDANÊ ÊRÎŞ LI BALAFIRA TAHLÎYÊ YA TIRKÎYEYÊ HAT KIRIN

Artêşa Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgirîya Bilez (HDK) ku pê re di nava pevçûnê de ye, gule li balafira ku welatîyên Tirkîyeyê têdebûn lê reşandine.

Li gor ajansa nûçeyan a navneteweyî Reutersê, hat dîyarkirin ku di êrîşa li balafirgeha Xartûmê de xebatkarek birîndar bûye û tanka neftê jî zirar dîtîye, lê balafir lê ketîye.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ve hat dayîn de, hat ragihandin ku “Bi çekên sivik êrîşî balafira me ya tehlîyeyê ya C-130 a ku ji bo wezîfeya tehlîyekirina welatîyên me yên li Sûdanê asê mane hatîye kirin.

Balafira me bi silametî daketîye. Her çend di nava personelên me de ti birîndar tunebin jî kontrola pêwîst li balafirên me tên kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.