NÛÇEYÊN KURDÎ

LI YENÎŞEHÎRÊ JI BO ALAVÊN SER PEYARÊYAN BI ŞEV KONTROL!

Ekîbên Zabiteyan ên Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê û Midûrîyeta Emnîyetê ya Navçeya Yenîşehîrê, di derengîya şeve de ji bo dagirkirina peyarêyan kontrol pêk anîn. Alavên esnafan ên li ser peyarêyan hatin helanîn.

LI YENÎŞEHÎRÊ JI BO ALAVÊN SER PEYARÊYAN BI ŞEV KONTROL!

Ekîbên Zabiteyan ên Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê û Midûrîyeta Emnîyetê ya Navçeya Yenîşehîrê, di derengîya şeve de ji bo dagirkirina peyarêyan kontrol pêk anîn.

Ekîbên Zabiteyan û Midûrîyeta Emnîyetê ya Navçeya Yenîşehîrê li seranserê navçeyê, li dijî neyînîyên ku bûne sedema dagirkerîyê peyarêyan ku esnafan wek kursî, mase, stand û hwd. datînin ber dikanên xwe, kontrol kirin û wan tiştan ji wir rakirin.

 

 

Qaymeqamê Yenîşehîrê û Qeyûmê Şaredarîyê Murat Beşîkci, derbarê kontrolê de daxuyanî da û wiha got: "Li ser gilîyên welatîyên me yên derbarê mijarê de, ekîbên me li gelek taxên navçeya me kontrolan kirin. Di van kontrolan de hate dîtin ku gelek esnaf li ber dikanên xwe wek kursî, mase, stand û hwd. tiştan datînin û peyarê tê girtin. Ekîbên me wan tiştan ji ser peyarêyan rakirin û Cezayên îdarî ji karsazên ku bûne sedema vê rewşê re hatin birrîn. Em ê li navçeya xwe ya Yenîşehîrê van kontrolan her tim zêde bikin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.