NÛÇEYÊN KURDÎ

OZEL JI BAHÇELÎ RE BERSIV DA: SÎYASETEKE WISA BELEŞ TINE

Serokê Giştî yê CHPê Ozel ji Bahçelî re bersiv da û got: "Ger hûn li xayînekî digerin, li vir e."

OZEL JI BAHÇELÎ RE BERSIV DA: SÎYASETEKE WISA BELEŞ TINE

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, bersiva rexneyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da.

 

Ozel di civîna koma partîya xwe de derbarê rojevê de nirxandinan kir.

 

Ozel daxuyanîya xwe ya derbarê şehîdan de bi parvekirina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re muqayese kir û wiha got, "Êdî sîyaseteke wisa beleş tine. Ger hûn li xayînekî digerin, li vir e."

 

Ozel di berdewamîya axaftina xwe de wiha got: “Wek ku hevalbendê we gotîye kî bi kê re ye. Divê her kes bizane ku ev hikûmet ne dewlet e. Dewlet xwedî partî nine. Em ê hikûmetê li wê qada rehet bi tenê nehêlin. Rêya me rast e, em ê li ser vê rêyê bi cesaret û îrade bimeşin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.