NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞNÛMEYA RUSYA’YÊ YA JI BO GAZE’YÊ HAT REDKIRIN

Pêşnûmeya Rûsyayê ya ku li Gazeyê "agirbesta mirovî" tê xwestin û her cure mirina sivîlan şermezar dike, ji alîyê KENY ve hat redkirin.

PÊŞNÛMEYA RUSYA’YÊ YA JI BO GAZE’YÊ HAT REDKIRIN

Pêşnûmeya Rûsyayê ya ku li Gazeyê "agirbesta mirovî" tê xwestin û her cure mirina sivîlan şermezar dike, ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve hat redkirin.

 

Pêşnûmeya biryarê ya Rûsyayê ya derbarê şerê Îsraîl û Filistînê de li Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku ji 15 endaman pêk tê, deng da.

Pêşnûme 5 dengên 'erê' wergirt, lê bi 6 dengên 'bêbiryar' û 4 jî 'na' hat redkirin.

Amrîka, Îngilîstan, Fransa û Japonya dengê 'na' dan.

Tevê ku Hamas bi taybetî di pêşnûmeya biryara Rûsyayê de nehatibû gotin, hemû kuştinên sivîl hatin şermezarkirin.

 

Pêşnûmeqanûna ku Brezîlyayê wek alternatîfa pêşnûmeya Rûsyayê derxistibû û dengdana wê ji bo rojeke din hat taloqkirin, "Êrîşên terorîst ên Hamasê" hatin şermezarkirin û li şûna agirbestê "rawestandina mirovî" hat xwestin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.