NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎRANÊ HEJMARA LEŞKERAN LI SER SÎNORÊ KURDISTANA FEDERE ZÊDE KIR

Muhafizên Şoreşa Îranê ragihand ku hêzên teqwîye şandine sînorê Herêma Kurdistana Federe.

ÎRANÊ HEJMARA LEŞKERAN LI SER SÎNORÊ KURDISTANA FEDERE ZÊDE KIR

Muhafizên Şoreşa Îranê ragihand ku hêzên teqwîye şandine sînorê Herêma Kurdistana Federe. Li gorê nûçeya ajansa Tasnîm a bi ser Pasdarên Şoreşa Îranê ve ye wiha hat daxuyandin, “Fermandarê Hêza Bejahî ya Pasdarên Şoreşa Îranê General Mihemed Pakpûr ragihand ku wan biryar daye hêzên artêşê li navçeyên sînor teqwîye bike. Mihemed Pakpûr di daxuyanîya xwe de wiha got: “Piştî ku çeteyên cudaxwaz û komên têrorîst li bakurê rojavayê welêt li dijî Îranê çalakî pêk anîn û li hin herêman tundî û bêîstiqrarî çêbûn, Artêşa Şoreşgeran hebûna xwe ya li herêmên sînor yên rojava û bakurê rojavayê welêt lêzêde kir.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.