NÛÇEYÊN KURDÎ

FARÛK DÎNÇ DARÊN PALMIYÊ KU 11 MILYON TL MESREF LÊ ÇÛYE JI ŞAREDARIYÊ PISRÎ

Piştî ku darên palmiye ên li kêleka rê û xaçerêyên Amedê hatin çandin û zuha bûn, nîqaşên mesrefê ya ku li daran cûne jî hat rojevê û niqaşên li ser tên kirin jî berdewam dikin.

Serokê Bajarê Amedê yê HUDA PARê Faruk Dînç, ji rêveberiya Şaredariyê darên palmiye ên ku Şaredariya Amedê îddîa kir ku 11 milyon TL mesref kirine û ji ber şert û mercên avhewayê şên nebûne û zuha bûne û rewşa wan pirsî

Dinç der barê mijarê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ji rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re wiha pirsî: “Bihayê darên palmiye li gor malpera sahîbînden.comê 37 hezar lîre ye. Ev dar li hin xaçerêyên Diyarbekirê hatin çandin. Ew jî hişk bûnin wekî ku hûn di wêneyê de dibînin. Ma tu endezyar nizanibû ku rewşa hewaya herêma me bi van daran re li hev nayê? Gelo ev îsraf bi zanebûn hat kirin?

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.